28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
ANKARA
Piştî betlaneya havînê tevî xwendekarên hîndekariya ji derva 18 hezar xwendekar û 900 hezar mamosteyî dest bi sala nû ya perwerde û hîndekariyê kirin.
Maratona nû ya perwerde û hîndekariyê wê heta 17ê Hezîrana 2016an dewam bike.
Di serdema perwerde û hîndekariyê ya 2015-2016an de tevî xwendekarên hîndekariya ji derva û dibistanên taybet 18 hezar xwendekar îro dê dest bi dibistanê bikin. Tevî rêveberan 900 hezar û 794 mamoste dê li dibistanên fermî û taybet di 600 hezar polan de xwendekaran perwerde bikin.
- Zêdetirî milyonek zarok dest bi dibistana seretayî dike
Li bendê ne ku îsal biqasî milyonek û 136 hezar xwendekar dest bi pola yekê bikin û biqasî milyonek û 200 hezar xwendekar jî dest bi perwerdeya pêşdibistanê bikin.