Önder Beyter
06 Gulan 2020•Rojanekirin: 09 Gulan 2020
Şaredariya Cizîrê tedbîrên xwe yên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) zêde kirin.
Ekîbên Midûriyeta Karûbarên Civakî û yên Midûriyeta Karûbarên Paqijiyê yên Şaredariya Cizîrê, xizmetên xwe yên parastina tenduristiya gel a ji vîrusa koronayê didomînin.
Ekîb kuçe û kolanan bi baldarî dezenfekte dikin û esnafê sûk û bazaran û herwiha welatiyan hişyar dikin ku pabendî tedbîrên vîrusa koronayê bibin û di mijara mesafeya civakî da baldar bin.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Cizîrê Davut Sinanoglu bal kişand ku ew li dijî şewbê li ser asta navçeyê xebatên dezenfekteyê didomînin û wiha got, "Ji bo ku welatiyên me destê xwe dezenfekte bikin, me makîneyên dezenfektanê yên nifşa nû bi cih kirin."
