Abdullah Tel
06 Gulan 2020•Rojanekirin: 06 Gulan 2020
Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr daxuyanî da û ragihand ku li çar aliyê bajêr li hemberî kesên bazirganî, neqilkirin, kirîn, firotin û veşartina tiryakê dikin têkoşîn bênavber dewam dike.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk di vê çarçoveyê da li navçeya Tuşbayê navendeke neqilkirina kargoyê kontrol kirin.
Di lêgerînê da seyê narkotîkê "Oscar" dor û berê bêhn kir û bal kişand ser koliyekê.
Ji koliyê çorek derketin lê di nav çorekan da jî pakêtekê tê da 124 gram metamfetamîn hebû, hat qefaltin.
A.Ş û Y.A hatin binçavkirin û piştî sewqkirina edliyeyê dadgehê ji bo wan biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.