Kerem Kocalar,Tunahan Akgün,Volkan Kaşik,Orhan Pehlül
04 Nîsan 2021•Rojanekirin: 05 Nîsan 2021
Li parêzgehên Gazîentab, Meletî, Kahramanmaraş û Adiyemanê ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da kuçe û kolan xalî man.
Li Gazîentab, Meletî, Kahramanmaraş û Adiyemanê ku di nava parêzgehên pir bi rîsk da ne, sînordarkirina derketina derva pêr êvarê saet 21.00an dest pê kir. Sînordarkirin dê heya sibehê saet 05.00an bidome.
Li Gazîentabê li ciyên qelebalix ên bajêr sînordarkirin bi rêjeyeke mezin hat cîbicîkirin. Ekîbên polêsan li ciyên cuda yên bajêr tedbîr kontrol kirin.
Her wisa Adiyeman, Meletî û Kahramanmaraşê jî ji ber sînordarkirinê kuçe û kolan xalî man.
Ekîbên polêsan li kolan û xaçerêyan kontrol pêk anîn, wesayît rawestandin û li belgeyên îznê yên ajokaran nihêrîn.
Ekîbên şaredariyê jî li rê û kolanan paqijî kirin.