Türkan Tosun
14 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2020
Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyeyê di 11ê çileya pêşîn roja înê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
Di 30yê mijdarê da li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tevdîrên nû yên ji bo Kovîd-19ê eşkere kiribû.
Erdogan gotibû di nav heftê da her roj saet di navbera 21.00-05.00î û di dawiya hefteyê jî roja înê ji saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê qedexe be.
Li gor vê biryarê cara ewil di navbera 4-7ê çileya pêşînda li Tirkiyeyê derketina derva hat qedexekirin.
Di vê çarçoveyê da li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva ya di 11ê çileya pêşîn roja înê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
Heta biryareke nû bê dayîn ev qedexe wê dewam bike.