Sinan Doğan
20 Adar 2022•Rojanekirin: 20 Adar 2022
Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û mirinên ji ber vîrusê zêde dibin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di nav 24 saetên dawîn da 304 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîşt 657 hezar û 102yan.
Li seranserê welêt 44 hezar û 154 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 29 milyon û 617 hezar û 102 kesî.
- Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 141 kes mirin û 4 hezar û 114 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 332 hezar û 72yan, hejmara pêketiyan gihîşt 5 milyon û 633 hezar û 928 kesî, 4 milyon û 927 hezar û 29 kes jî baş bûn.
- Kolombiya
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê, di 24 saetên dawîn da 19 kes mirin û hejmara miriyan derket 139 hezar û 434an.
Di 24 saetên dawîn da li welêt 693 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 80 hezar û 589an, hejmara kesên ku baş bûn jî derket 5 milyon û 912 hezar û 996an.
- Arjantîn
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 44 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 127 hezar û 483yan.
Li welêt 1697 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 8 milyon û 807 hezar û 979an.
- Peru
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Peruyê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 17 kes mirin û 3 hezar û 216 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara pêketiyan gihîşt 3 milyon û 540 hezar û 793yan, hejmara miriyan jî bû 211 hezar û 814an.
Li Peruyê 3 milyon û 572 hezar û 58 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.
- Şili
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Şiliyê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 101 kes mirin û 12 hezar û 357 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara pêketiyan gihîşt 3 milyon û 381 hezar û 681î, hejmara miriyan jî bû 44 hezar û 440.