Ahmet Furkan Mercan
20 Adar 2022•Rojanekirin: 21 Adar 2022
Piştî ku li Japonyayê pêketiyên Kovîd-19ê kêm bûn, tê plankirin ku rewşa derasayî (OHAL) ya qismî were rakirin.
Heyeta Şêwirdar a Kovîd-19ê ku girêdayî hikûmeta Japonyayê ye, piştî ku jimara pêketiyan kêm bû, plana nû pesend kir.
Li gor vê paytext Tokyo jî tê da OHALa qismî ya ku li 18 eyaletên welêt hatibû ragihandin, wê ji 22ê adarê pê va were rakirin.
Serokwezîr Kişida Fumio seba heyama nû got "pêvajoya berwext" û seba pêketiyan hişyarî da gel ku bi tevdîr bin.
Li Japonyayê 6 milyon û 69 hezar û 994 kes bi vîrusê ketin, 27 hezar û 72 kes mirin, 983 kes di beşa nexweşiyên giran da tedawî dibin.