Prof. Dr. Murat Yeşîltaş, der heqê pêşeroja Şerê Rûsya-Ukraynayê da ji bo AA Analîzê senaryoyên muhtemel nivîsand.
***
Hewla dagirkirina Ukraynayê ya ji alî Rûsyayê va ket roja 72yemîn. Lê şer wê bi çi alî da biçe û Rûsya dê li ku derê bisekine, di van mijaran da kifşkirina encamê mimkun xuya nake. Çavkaniyên Rojavayî di wê qinaetê da ne ku Rûsya li Ukraynayê teqez bi se rneketiye lê ji vê merheleyê bi şûnva jî wisa hesab dikin ku wê Ukrayna di şer da têk neçe û ji şer derkeve. Êdî wisa bûye ku di analîzan da rewşeke xweş xuya dike û tê gotin ku Ukrayna li hemberî Rûsyayê wê şer qezenc bike û ev nêrîn bi cî bûye.
- Rojava çima Rûsyayê têkçûyî dihesibîne?
Mimkun e ku meriv qala çend tiştên ku sedema vî halê ne, bike. Ya ewil ew e ku Rûsya bi rastî jî di rêvebirina şer da zehmetiyê dikişîne û planên xwe yên eskerî revîze kir û berê xwe ji navend Kîevê ber bi herêma Donbasê va kir. Ji hêla din va hêzên bejayî jî tev zirar gihîşt hêzên hewayî û behrê yên Rûsyayê û tê gotin ku heke Ukrayna bi ser nekeve jî Rûsya mecbûrî paşvekişînê kir. Tiştê ku piştevaniya vê yekê dike jî alîkariya Amerîka, Îngiltere û welatên Rojavayê ye lewra ew ne tenê ji bo Ukrayna xwe biparêze ji bo li qadên ku Rûsya operasyonê lê dike qels bibe û paşve bikişe alîkariya çek û cebilxaneyê didin Ukraynayê. Lewra Rûsya herî ku zirarê dibîne, bendewariya ku divê zêdetir alîkariya çekan ji Ukraynayê bê kirin, derdikeve pêş. Rûsya ji kruvazora xwe ya Moskovayê bû û ev jî nîşan dide ku Amerîka sergirtî be jî ji hêla îstixbaratê va alîkariyê dide Ukraynayê.
Tevlî vana Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewropayê û hema hemû bloka Rojava bi mueyîdeyên giran va aborya Ûris ji xwe ra kirine hedef û wisa dihesibînin ku Rûsya "wê nikaribe şer bidomîne" û li gorî çavdêriyan jî Ukrayna wê bi serfirazî ji şer derkeve. Ji ber vê jî Amerîka di serî da akrorên Rojavayî dixwazin bi şerê Ukraynayê va him bila Rûsya têk biçe û cezakirinên li hember dewam bike û hêza wê bê kêmkirin û ev jî fersendeke mezin ji bo wan xuya dike.
- Rûsya bi biryar e ku şer bidomîne
Digel hemû xweşbîniyan û zirar û ziyana ku gihîşt Rûsyayê nîşan dide zehmet e ku Ukrayna di şer da bi ser keve lê dema hedefên Rûsyayê daniye pêş xwe tê mêzekirin jî tê dîtin ku ewê zû bi zû ji armanca xwe dev bernede û digel barê giran wê şer bidomîne. Lewra piştî Şerê Sar sepandina pratîk a doktrîna eskerî û midaxeleya Ûris nîşan da ku ji bo Rûsyayê zirar û ziyana çêdibe muhim nîne ya muhim ew e ku digel barê wê şer bidome û "berxwedana dijmin" nemîne. Daxuyaniyên ku Moskova der heqê hedefên xwe yên eskerî û siyasî da dide jî nîşan dide ku wê şer bidome.
Di vê mijarê da du pirs derdikevin pêş me: i. Pêşveçûna şer ji niha pê va wê çawa be; ii. Rûsya ji bo armancên xwe yên jeopolîtîk wê revîzyonê bike yan na? Ji bo bersivdayîna van herdu pirsan divê bê zanîn ku wê şer ber bi kîjan aliyî va here.
- Pênc senaryo
Senaryoya ewil ji 9ê Gulanê pê va Rûsyayê daxuyand şer dawî kiriye, qaşo serkeftineke eskerî bi dest xistiye û rewşa heyî wek statukoya nû îlan kir. Eniyên şer lê dewam dikin û Donbas jî di nav da Rûsyayê li cihên stratejîk da desthilatiyeke giştî bi dest nexist, vê yekê nîşan da ku ev îhtimaleke qels e. Heke meriv daxuyaniyên Putîn yên di 9ê Gulanê da eşkere kir binihêre, Rûsya ji bilî herêma Donbasê di pozîsyoneke parastinê da nîne û di nav 24 saetan da jî tu pêşvaçûnek bi dest nexistiye. Ev senaryo jî nîşan dide ku wê serkeftineke eskerî bi dest nexistiye.
Senaryoya duyem jî ew e ku Rûsya heta herêma Donbasê bi dest bixe wê şer bidomîne, bi moşekan va wê êrîşî cihên stratejîk bike ku hem Ukrayna nikaribe li ber xwe bide û êrîşî Rûsyayê bike û hem jî nikaribe xwe bigihîne piştgiriya eskerî ya Rojavayê daye wê. Evê destûrê bide ku Rûsya li Donbasê bi rehetî pêşva here û wê rê li ber êrîşên artêşa Ukraynayê bigire ku li wir kontrolek bê bidestxistin.
Di vê xalê da Rûsya wê başûrê rojhilatê Xarkovê wê bi dest bixe, li vir hebûna xwe xurt bike û li Donetks û Luhanksê kontrola wekîlên Ûris pêk bîne. Heke Rûsya li van herêman bigihêje armanca xwe wê Komarên Donetsk û Luhanksê di bin navê "Komara Donbasê" da bigihîne hev, rasterast bi Rûsyayê va girê bide yan jî careke din rêvebiriya wir binase ku vê herêmê di bin kontrola xwe da bigire. Heke bajarê Marîupolê tevahî bê bidestxistin jî Rûsya wê bikaribe hemû xeta pêravên wê bi behra Azakê ra heye kontrol bike. Bi vî awayî Rûsya û Kirima di bin dagirkeriyê da ye wê bigihêjin hev û têkiliya Ukraynayê wê bi behra Azakê ra qut bibe. Heke êrîşên dawîn bê nihêrîn wê bê dîtin ku Rûsya hewl dide herêma Donbasê bi tevahî bi dest bixe. Ji ber vê li gor senaryoya ewil heke Rûsya li herêma Donbasê kontrolê bi tevahî bi dest bixe wê şer dawî bike ku ev îhtimaleke xurt e.
- Armancên jeopolîtîk ên Rûsyayê
Senaryoya sêyemîn jî ew e ku piştî kontrola herêma Donbasê Rûsya wê gaveke din bavêje ku Odesayê bi dest bixe. Rûsya vê wek rûbirûmayînê dibîne û ev xal cidiyeta senaryoyê nîşan dide. Bi vî awayî Rûsya wê Ukraynayê bike welatekî girtî yê ku ji Behra Reş ra têkiliya wê nemaye û ev jî ne tenê eskerî, ji hêla jeopolîtîk va jî wê bibe destkeftineke girîng. Hêzên Ûris li herêmên wek Xerson, Mikolayev, Zaporizhayê ne di wê astê da ne ku Odesayê hedef bigirin, hêzên Ukraynayê jî li van herêman xwedî wê hêzê ne ku hêzên Ûris paşve bidin kişandin. Lê encameke li Donbasê bê bidestxistin dikare asteke nû ya ku Odesayê bike armanc derxe holê.
Pêkhatina senaryoya navborî bi wê yekê va girêdayî ye ku Rûsya dê di meheke pêş me da şer çawa bidomîne, li Donbasê dê serbikeve an na û piştgiriya eskerî Rojava ya ji bo Ukraynayê dê di çi astê da bidome. Qelskirina artêşa Ukraynayê ya bi êrîşên asîmanî û fuzeyê yên Rûs va û her wiha bi serkeftineke li Donbasê va dibe ku Rûsya bi awayekî hêsantir berê xwe bide vê hedefê. Heger bereksê vê bibe, pêkhatina vê senaryoyê dê wekî îhtimaleke piçûk bimîne.
Senaryoya çaremîn û belkî jî ya herî xeternak ew e ku Rûsya di êrîşên xwe yên stratejîk da welatekî endamê NATOyê bike hedef an jî lêdana hêzên wekîl a di hundirê Ukraynayê da ye. Kremlînê ragihand ku ew ê unsûrên çekan dibin Ukraynayê bikin armanc û ev yek jî dibe bibe sedem ku şer derkeve asteke ku kontrola wê dijwar e. Amerîka û Îngiltere ne bi tenê alîkariya çekan didin, her wisa piştgiriya bihêz a îstixbaratê jî didin. Ev yek ziyanên Rûsyayê zêdetir dike û dibe sedem ku êrîşên stratejîk ên Rûsyayê zêdetir bibin û îhtimala "belavbûna şer" bihêztir dike.
- Pêşbînî
Senaryoya dawîn jî ew e ku Ukraynayê xwe qewîn bike, bersiveke bihêz û berfireh bide Rûsyayê û li deverên di bin kontrola hêzên Rûs da êrîşan pêk bîne. Heger alîkariyên çekan ên ji bo Ukraynayê bidomin û ev çek bêyî pirsgirêk bigihêjin cihê xwe, dibe ku Ukraynayê bersiveke bi vî rengî bide. Tişta ku vê îhtimalê bihêztir dike ew e ku Amerîka û Îngiltere wê yekê didin der ku dixwazin şer ji bo demeke din jî dewam bike. Bi vî awayî dibe ku Rûsya li Ukraynayê ji pozîsyona êrîşê bikeve ya berevaniyê û her wiha hem tundî û hem çarçoveya şer mezintir bibe. Di rewşeke wiha da hêzên Ukraynayê dibe ku hem êrîşî Donbasê hem jî êrîşî Qirimê bikin.
Gava meriv bala xwe bide senaryoyên li jor qalkirî, meriv dikare bêje ku rûdana îhtimala senaryoyên duyemîn û sêyemîn bihêztir e. Heger ev pêk werin, digel ziyanên wê yên giran, Rûsya dê di şerê Ukraynayê da bigihêje daxwaza xwe û ev yek jî di deriyê milmilaneyeke jeopolîtîk a di maweya ne dûr da veke. Nexasim pêkhatina senaryoya sêyemîn dibe ku wê yekê li Tirkiyeyê ferz bike ku helwesta xwe ya li beramberî şer biguherîne.
***
[Prof. Dr. Murat Yeşiltaş, Zanîngeha Zanistên Civakî ya Enqereyê]
*Nêrînên di gotarê da yên nivîskar in, dibe ku ne li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê bin.
news_share_descriptionsubscription_contact


