Önder Beyter
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag diyar kir ku li ser hilbijartinên Tirkiyeyê plan, bername û dafikên gelek derdorên navneteweyî û derdorên ku li hundirê welat bi wan ra hevkariyê dikin, hene û wiha got, "Pêşdahildana hilbijartinê hemû senaryo pûç kirin. Hemû dafik û kemîneyên dijî Tirkiyeyê, di destê sazkarên dafik û kemîneyan da da teqandin."
Bozdag li ser weşana zindî ya Kanal 7ê bersiv da pirsyaran.
Daxuyaniyên berê yên Bozdag ên ku wê hilbijartina pêşwext neyê kirin, pê dan bibîrxistin û wî jî wiha bersiv da, "Ev gotinên me, pozîsyona me ya wê rojê îfade dikin. Wan rojan di lijneyên partiyê û hevdîtinên cuda da raman û qenaeta hevbeş a me hemûyan bû ku hilbijartin di wextê xwe da were kirin."
Ji Bozdag hat pirsîn ku ka di vê pêvajoyê da çi guherîn çêbûn û Bozdag jî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya li ser pêşdahildana hilbijartinê da bibîrxistin û wiha got, "Bi vê daxuyaniyê ra rewşeke nû derket holê. Me jî wekî partî, nirxandina xwe kir."
Herwiha ji Bozdag hat pirsîn ku gelo Bahçelî beriya daxuyaniya xwe xeber da wan an na, Bozdag jî wiha bersiv da, "Tu şêwr û nirxandin çênebû."
Bozdag diyar kir ku ew li ser wê xalê rawestiyan ku gelo rewşa nû wê bi çi awayî li ser rojeva Tirkiyeyê bandorê bike û wiha dewam kir:
"Gelek rîskên jeopolîtîk hene ku heger Tirkiye heya 2019an timî wextê xwe bi nîqaşan ra derbas bike. Wa ye qewimînên li Sûriye û Iraqê bi me va dixuyên, hesabên ku li ciyên din tên kirin, em wan jî dibînin. Ji ber vê çendê, li cem me ew qenaet çêbû ku divê em vê yekê beriya wextê wê yê asayî bikin û me tevda pozîsyona xwe guherand. Aniha ji ber şert û mercên nû biryara hilbijartinê hat standin ku pozîsyona nû ya AK Partiyê û ya hikûmeta me ev e."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag bal kişand ku li ser hilbijartinên Tirkiyeyê plan, bername û dafikên gelek derdorên navneteweyî û derdorên ku li hundirê welat bi wan ra hevkariyê dikin, hene û wiha got, "Pêşdahildana hilbijartinê hemû senaryo pûç kirin. Hemû dafik û kemîneyên dijî Tirkiyeyê, di destê sazkarên dafik û kemîneyan da da teqandin. Hemû senaryoyên wan pûç bûn, xeyalên wan jî bûn kabûs. Êdî tukes nikare li ser Tirkiyeyê hesaban bike. Biryara hilbijartinê ev hesab hemû perîşan kirin."