Fatih Gazioğlu
07 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Belgeyên ketina ezmûna Personelên Akademîk û Perwerdeya Piştî Lîsansê (2019-ALES/3) ya bi destê Serokatiya Navenda Pîvan Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) wê di 17yê Mijdarê da bê kirin hatin eşkerekirin.
Li gor daxuyaniya li ser malpera înternetê ya OSYMê hat dayîn, kar û barê namzedên wê bikevin ezmûna 2019-ALES/3an a ku wê di 17yê Mijdarê da bê kirin, temam bû.
Namzed wê belgeyên xwe yên cihê ezmunê nîşan dide li ser malpera înternetê ya OSYMyê "https://ais.osym.gov.tr" bi reqama nasnameyên T.Cyê û bi şîfreyên xwe va bibînin.