Önder Beyter
24 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Bi destê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dîroka ezmûna navendî Ezmûna Lîseyê (LGS) ya di dawiya sala perwerdeyê 2019-2020an da wekî 7ê Hezîrana 2020an hat destnîşankirin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bi dest xist, di ezmûnê da hejmara pirsan, dabeşiya dersan û maweyê azmûnê neguherî, wek xwe ma.
Di ezmûnê da bernameyên hîndekariyê yên pola 8emîn dê esas bên girtin. Di azmûna ku heman rojê û wekî du beşan dê were kirin da 90 pirs dê bên pirskirin. Beşa yekemîn dê ji 50 pirsên sosyalê pêk were ku maweya wê jî 75 deqîqe ye û herwiha beşa duyemîn jî dê ji 40 pirsên fenê ku maweya wê jî 80 deqîqe ye pêk were.