12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
BAYBÛRT
Li Baybûrtê hin xwendewkarên ku deqîqeyekê ji Azmûna Hîndekariya Bilind (YGS) ra dereng man, kelogirî bûn.
Ji ber biryarên Navenda Pîvan Bijartin û Bicihkirinê, deriyên salonên azmûnê di saet 09.45an da hatin girtin û xwendekarên ku ji vê saetê şûnda hatin, hilnedan azmûnê.
Li Baybûrtê hin xwendekarên ku di 09.46an da hatin ber Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Baybûrtê ku cihê wan ê YGSyê ye, ji ber ku deqîqeyekê dereng man hilnedan azmûnê. Ji ber hindê xwendekar giriyan.