Önder Beyter
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
ÎZMIR
Rektoriya Zanîngeha Dokuz Eylulê (ZDE) 12 akademîsyenên ku di danezana "Bona Aştiyê Înîsiyatifa Akademîsyenan" da îmzeya wan heye û herwiha ji ber hindê der heqê wan da lêpirsîn dan destpêkirin, ji kar dûr xist.
Li gorî agahiyê, ji aliyê Rektoriya ZDEyê biryar hat dayîn ku 12 personelê akademîk ku di danezana 12ê Rêbendana 2016an a ku hezar û 128 akademîsyenî îmze kir da îmza wan heye, di çarçoveya lêpirsîna ku ji ber naveroka danezanê hat destpêkirin da ji kar bên dûrxistin.
Hat destnîşankirin ku biryara dûrxistinê teblîxî akademîsyenan kirin.
Lêpirsîna Rektoriyê par di meha rêbendanê da hatibû vekirin.
Hat diyarkirin, lêpirsîna ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê akademîsyenan da hat destpêkirin, dewam dike.