İbrahim Atmaca
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
SÎVAS
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz diyar kir ku sepana mamostetiya bipeyman wê dewam bike û wiha got: "Mijara ku em li ser disekinin di çarçoveya krîterên objektîftir da kirina mulaqatê ye."
Yilmaz li ser pirsa rojnamegeran a ku di hildana mamostetiya bipeyman da îdiaya ku mulaqatê were rakirin, got ku ji bo vê mijarê daxuyaniyeke wî û ji wezareta wî daxuyaniyeke tu kesî tuneye.
Yilmaz diyar kir, hin kes dixwazin ev sepan were rakirin û wiha dewam kir:
"Weke ku hûn dizanin li Wezareta Tenduristiyê jî personelên bipeyman êdî hildide. Ji ber vê çendê em rakirina tiştekî wiha nafikirin. Berevajiyê rakirinê Serokwezîriyê telîmat da ku ev kar objektîftir were kirin da ku her kesî qanî bike. Sepana mamostetiya bipeyman wê dewam bike. Mijara ku em li ser disekinin, di çarçoveya krîterên objektîftir da kirina mulaqatê ye. Mamosteyê bipeyman wê dewam bike."