ANKARA
Doza 'Plana Balyozê' di Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Bilind de di saet 09:00an de dest pê kir.
Oramîralê teqawîd Ozden Ornek, Orgeneralên teqawîd H.Îbrahîm Firtina û Çetîn Dogan jî di nav de 361 bersûc tên darizandin.
Doz di bin serokatiya serokê Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Bilind Ekrem Ertugrul de dê heya roja pênşemê bidome.
Di heyeta dadgehê de Fîkrîye Şenturk, Hamza Yaman, Ahmet Toker û Abdurrahman Kavun jî wezîfedar in.