Sertaç Bulur
15 Tebax 2022•Rojanekirin: 15 Tebax 2022
Encamên bicihkirinê yên Ezmûna Saziya Hîndekariya Bilind (YKS)-2022 eşkere bûn.
Di daxuyaniya Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) da hat ragihandin ku encamên bicihkirina navendî yên bernameyên hîndekariya bilind ên YKS-2022yan temam bûn.
Hat destnîşankirin ku namzed bi nimroya nasnameya xwe ya TCyê û şîfreya xwe va dikarin ji ser malpera OSYMyê "https://sonuc.osym.gov.tr" li encama bicihbûna xwe binêrin.