Nihat Kavşut
16 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2020
Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên îmtihana navendî ya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) ku di 20ê Hezîranê da hat çêkirin li ser navnîşana "meb.gov.tr"yê eşkere kir.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî mîna par îsal jî digel encamên îmtihana LGSyê "Rapora Nirxandina Îmtihana Navendî" jî eşkere kir.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên îmtihana navendî ya LGSyê ku di 20ê Hezîranê da hat çêkirin li ser navnîşana "meb.gov.tr"yê eşkere kir.
Di îmtihana navendî ya LGSyê da ji 42 bajarên cuda 181 xwendekarî hemû pirs rast bersivandin û 500 puanê tam hildan.
Di îmtihana navendî ya LGSyê da xwendekarên qîzîn ji xeynî matematîkê di hemû testên din da ji xwendekarên lawîn serkeftîtir bûn.
Encamên îmtihana navendî ya LGSyê nîşan da ku di navbera performansa di îmtihanê û serkeftina xwendekaran ya li dibistanê da têkiliyeke xurt heye.