Önder Beyter
10 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
BITLÎS
Platforma Berpirsiyariya Civakî ku navenda wê li Enqereyê ye, ji bo 3 hezar xwendekarên li Elcewaza navçeya Bidlîsê alîkariya kinc û pirtûkan kir.
Serokê Platforma Berpirsiyariya Civakî Ali Murat Karabag û endamên platformê, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Yavuz Beşkardeş ziyaret kir.
Karabag, pirtûk û kincên ku ji bo xwendekaran bîter kirin, spart Beşkardeş û herwiha diyar kir ku wan, ev platform ava kir da ku ji dibistanên gundan ra pirtûkan bîter bikin û wiha dewam kir:
"Di nava demê da platform mezin bû. Helbet em jî wekî komele dixwazin ku hejmara zarokên ku em rûyê wan didin geşkirin, zêdetir bibe. Ji bo zarokên Elcewazî ev cara ewil e me alîkariya kincan kir. Em gelek spasdarên wan kesan in ku di vê oxirê da ji me bûn alîkar û piştgirî dan me."
Beşkardeş jî ji bo eleqeya wan, spasiya endamên platformê kir û got ku ew ê kincan li 3 hezar xwendekarên dibistanên gundan belav bikin.