25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin John Kerryê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê yê berê, di saetên dawîn a wezîfeya xwe da telîmat da Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya DYAyê (USAID) 221 milyon dolar alîkarî bidin rêvebiriya Filistinê.
Mark Tonerê berdevkê bexwet ê Wezareta Karên Derva ya DYAyê li ser pirsa nûçegihanê AAyê wiha xeberda: "Rêvebiriya Barack Obama beriya wezîfeya xwe dewrî Trump bike di çarçoveya Bernameya Pêşxistina Filistinê da telîmat da alîkariya pere bidin rêvebiriya Filistinê."
Toner diyar kir rêvebiriya Trump li ser vê xerckirinê lêkolînê dike.
Li gor nûçeyên di medyaya Amerîkayê da derketin Barack Obama beriya wezîfeya xwe dewrî Donald Trump bike, name ji Kongreyê ra şand û ji bo fona alîkariya Filistinê telîmat daye.
Endamên Kongreyê yên komarparêz fon dabûn sekinandin.