03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê Kitêbxaneya Gel a Bajêr a ku terorîstên PKKyî du car şewitand, ji bo demekê li avahiyekê din ji xizmeta gel ra hat vekirin
Mensûbên PKKya rêxistina terorê di 25ê kanûna 2015an de du caran bi teqemeniya destî û molotofê êrîşê kitêbxaneya li Yenî Mahalleyê kiribû, di bûyerê de 17 kes birîndar bûbûn.
Kitêbxaneya Gel a Bajêr wê li Taxa Bahçelîevlerê were vekirin.
Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû di merasima vebûnê de axivî, piştre li kitêbxaneyê geriya û got ciyekî gelekî xweş e û hêvîya min ew e zarok û ciwanên me jê sûdê wergirin.
Su wiha axivî: "Ev kitêbxane wê ji bo miletê me, zarokên me ciwanên me xizmetê bide. Civaka xwendevan her dem bi pêş dikeve. Welatiyên me wê li vê derê bixwînin, hîn bibin û jiyana xwe xweştir bikin."
- 16 hezar kitebên me şewitîn
Cîgirê Midûrê Kitêbxaneya Gel a Bajêr Tulay Aksoy Doganê got ku gelek kes di bûyerê de birîndar bûn, kitêb şewitîn û wiha dewam kir:
"Berî teqînê 36 hezar kitêbên me hebûn. Niha 20 hezar kitêbên me hene, 16 hezarî zirar dît. Heta ku avahiya me ya nû were avakirin em ê li vê derê xizmetê bidin welatiyên xwe. Qasî du salan em ê li vê avahiyê bin. Ji bo bicîanîna daxwazên xwendekarên xwe em ê hewl bidin."