Türkan Tosun
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
BÎTLÎS
Li Hîzana navçeya Bidlîsê ji bo ku xwendekar dema xwe ya vala xweş derbas bikin, atolyeya wêneyan hat vekirin.
Bi piştgiriya Qaymeqamê Hîzanê û Cigirserokê Şaredariyê Bulent Hamîtoglu atolye hat vekirin û xwendekar eleqeyeke mezin nîşanî atolyeyê didin.
Mamosteya wêneyan a Lîseya Anadoluyê ya Kadîr Hasê Ruveyda Gumuşsoy daxuyand ew bi xwendekarên ku ji serê salê vir va haya wan ji qabiliyeta wan a wêneçêkirinê tune ra wêneyên xweşik çêdikin.
Gumuşsoy got niyeta wan her tim ji bo vê atolyeyê hebû û wiha axivî: "Bi piştgiriya qaymeqamê me li navenda çandê me atolyeyek vekir. Piştî dersan me bi xwendekarên xwe ra ev der ava kir. Wêneyên li ser dîwêr yên xwendekarên me ne. Emê bi xwendekarên xwe ra di vê atolyeya fireh de xebatên xwe bidomînin."
Gumuşsoy spasiya qaymeqam û hemû kesên ku keda wan di vê atolyeyê de heye kir.