Sayim Harmancı
17 Hezîran 2023•Rojanekirin: 19 Hezîran 2023
Li Hekariyê Emîne Tekçeya 48 salî ya ku çar zarokê wê hene li heman dibistanê bi kurê xwe ra ket Îmtihana Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS).
Emîne Tekçeya li Taxa Karşiyakayê dijî û ji ber sedemên curbecur dibistana seretayî di pola 5an da terikand, piştî zewacê biryar da ku xwendina xwe bidomîne.
Jinika ku çar zarokên wê hene 7 sal berê ji derva da dest bi xwendina xwe kir û dîplomaya dibistana navîn û lîseyê hilda.
Emîne Tekçeya dixweza beşa di xeyalê xwe da bixwîne ji bo zanîngehî xwe amade kir û li Lîseya Fenê bi Mazlumê kurê xwe yê 28 salî ra ket îmtihana beşa ewil ya YKSyê.
Emîne Tekçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bira encamên îmtihanê ji bo her kesî bi xêr bin û wiha got, "Berê zêde keç nedidan xwendin. Di dilê min da jî mabû. Loma min xwest bixwînim. Ez kêfxweş im û dixwazim Fakulteya Îlahiyatê bixwînim. Min ji derva da dîplomaya dibistana navîn û lîseyê hilda."
Mazlum Tekçe jî destnîşan kir bi branşên sporê yên curbecur ra eleqedar dibe û got ku ez dixwazim beşeke li ser turîzmê bixwînim.