Utku Şimşek
17 Hezîran 2023•Rojanekirin: 18 Hezîran 2023
Rûniştina Testa Têrdariyê ya Bingehîn a beşa ewil a Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) ku Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîkirinê (OSYM) li 81 bajêr û Lefkoşayê kir bi dawî bû û 3 milyon û 527 hezar û 466 namzet ketin ezmûnê.
Ezmûna ku di çarçoveya 2023 YKSyê hat kirin di saet di 10.15an da dest pê kir û 165 deqîqe dewam kir. Di ezmûnê da 120 pirs hebûn û sibê jî wê rûniştina duyemîn bê kirin û ji bo 160 pirsî 180 deqîqe hatiye kifşkirin.
Encamên YKSyê jî di 20ê Tîrmehê da wê bê eşkerekirin.