Utku Şimşek
18 Hezîran 2023•Rojanekirin: 18 Hezîran 2023
Rûniştina Testa Têrdariyê ya Beşan (AYT) ya beşa duyem ya Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) ku Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîkirinê (OSYM) li 81 bajêr û Lefkoşayê çêdike bidawî bû.
Ezmûna Testa Têrdariyê ya Bingehîn a beşa ewil duh çêbû. Îro jî beşa duyem ya ezmûnê di saet di 10.15an da dest pê kir.
Ezmûn li 8 hezar û 789 avahiyan, li 150 hezar û 140 salonan da çêdibe, 345 hezar û 898 kes jî di ezmûnê da wezîfedar in.
Di AYTyê da ji namzedan 40 pirsên Testa Ziman û Wêjeya Tirkî-Zanistên Civakî-1, 40 pirsên Testa Zanistên Civakî-2, 40 pirsên Testa Matematîkê, 40 pirsên Testa Zanistên Fenê tên pirsîn û ji bo van pirsan 180 deqîqe dem tê dayîn ku namzed bersivan bidin.
Qasî 2 milyon û 573 hezar û 156 namzet beşdarî ezmûnê bûn.