24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekir, Şirnex, Mêrdîn û 5 navçeyên girêdayî van bajaran 115 hezarî zêdetir xwendekarên ku di 255 dibistanan de dixwendin ji ber êrîşên terorê ji mektebên xwe û perwerdeyên xwe man.
Operasyonên li Sûra navçeya Diyarbekirê, Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê, Nisêbîn û Dargeçîta navçeyên Mêrdînê yên ku ji bo xendek, barîkat û dafikên li ser rêyan bên rakirin dewam dikin.
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di 34 dibistanan de 25 hezar xwendekar, li navçeya Dargeçîtê di 42 dibistanan de 8 hezar û 590 xwendekar, li Silopiya navçeya Şirnexê û gundên girêdayî vir di 68 dibistanan de 39 hezar xwendekar, li Cizîra navçeya Şirnexê û gundên vir di 104 dibistanan de 41 hezar û 127 xwendekar, li Sûra navçeya Diyarbekirê di 7 dibistanan de ji hezarî zêdetir xwendekar nikarin herin dibistanê.
- Dibistan şewitandin
Li Sûra navçeya Diyarbekirê Pêşdibistana Suleyman Nazîf, Dibistana Navîn a Yavuz Selîm, Dibistana Seretayî û ya Navîn a Mardînkapiyê, Dibistana Vehbî Koç a li taxa Baglarê, Dibistana Menderes a Cizirê hatin şewitandin.
Di gelek dibistanan de ji ber êrîşan zirarên mezin çêbûn. Zarokên ku niha nikarin herin mektebê aciz in û dixwazin herin dibistanên xwe.
Hat ragihandin ku piştî ku li van cihan ewlehî pêk bê û rewş baştir bibe ji bo zarokên ku niha nikarin herin mektebê dersên telafiyê wê bên dayîn.
- "Xêra êrîşên li ser dibistanan tu kesî re tune"
Serokê Giştî yê Komeleya Însiyatîfa Sivîl a Pêvajoya Çareseriyê (Çozum-Der) Ercan Ezgîn ji nûçegihanê AAyê re got ku ji ber xendek, barîkat û pevçûnan herî zêde zarok mexdur dibin.
Ezgîn wiha axivî: "Ji ber bombeyên diteqin û mayinan derûniya zarokan xirab bû. Tesîra van a nebaş heta ku derbas bibe wê demeke dirêj derbas bibe. Êrîş û pevçûn tu carî di dilê gel de cih nagre. Êrîşa dibistanan, mafê perwerdeyê asteng kir, di civakê de tirs, fikar, bêhêvîtiyê dest pê kir û xêrê nade tu kesî. Mafê perwerdeyê di şer de jî tê parastin."
- "Em bi tundî şermezar dikin"
Ezgîn got ku Hîtler jî evqas zilm nekiriye û wiha dewam kir: "Kurdan ji feqîriyê, nezaniyê û tevgerên cudahiyê pir kişand. Azîz Sancarê ku xelata Nobelê girt li vê herêmê ji dayik bû. Zarokên din ên herêmê çima wek wî nebin? Yên ku perwerdeya zimanê zikmakî diparêzin çima li hember van deng nernaxin? Ev durûtî ye. Em vê tevgerê bi tundî şermezar dikin. Ev îxlalkirina mafê mirovan e û armanc gengeşî ye. Zarok emanet in û pêşeroja me ne. Bila her kes aqlê xwe hilde serê xwe. Ev rê ne rêyeke rast e. Em banga aqlê selîmiyê dikin."
- "Rêxistin dixwaze ku zarok cahil û nezan bin"
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Egîtîm Bîr-Senê Yunus Memîş jî got ku dek û dolabên rêxistinê yên ku di salên 90î de dikir hê dewam dike û wiha axivî: "Bi polîtîkaya cahilkirina zarokan ve rêxistin dibistanan dişewitîne û nahêle ku zarok perwerdeyê bibînin. Rêxistin dibistanan dişewîtîne, xendekan dikole û li hember perwerdeyê astengiyan derdixe. Ev tevger nayê qebûlkirin. Gelê kurd wê tu carê vê qebûl neke."