Navenda perwerdeyê ya ku bi xebatên Komeleya Şefkatê ya Navneteweyî, Cemiyeta Rahmeyê ya Navneteweyî ya ku navenda wê Qûweyt e û Komelaya Bunyanê û bi piştgiriya Walitiya Mêrdînê ji bo zarokên sûriyeyî yên li bajêr hat çêkirin, ket xizmetê.
Li Taxa Saraçoglûyê ji ber vebûna dibistana bi navê "Navenda Perwerde û Çandê ya Sûriyeyiyan a Komeleya Şefkatê ya Navneteweyî" merasim hat lidarxistin. Walî Ahmet Cengîz di merasimê de axivî û got ku li kampên Nisêybîn û Mîdyata navçeyên Mêrdînê û di tevahiya bajêr de ji 50 hezarî zêdetir sûriyeyî dijîn.
Walî Cengîz got "hêvîdar im ku ev dibistan ji bo birayên me yên sûriyeyî bibe wesileya xêrê. em dixwazin ku ev dilsojî demildest xilas bibe û birayên me bi hezkiriyên xwe re vegerin malên xwe û welatên xwe."
Serokê Giştî yê Komeleya Şefkatê ya Navneteweyî Mehmet Mazî jî got ku Komeleya Şefkatê ya Navneteweyî û Cemiyeta Rahmeyê ya Navneteweyî ya ku navenda wê Qûweyt e xebatên hevpar kirin. Di encama xebatan de ji bo zarokên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê 6 dibistanan ji bo xizmetê vekirin.
Serokê Komeleya Rahmeyê ya Navneteweyî Bedr bûrahme jî got ku vebûna dibistanê rastî Roja Azadiya Qûweytê hat û vê yekê jî em gelekî kêfxweş kirin, min di vê roja girîng de silavê Mîrê Qûweytê Şêx Ehmed Sabah Cebîr El Sabah ji gelê Tirkiyeyê û mêvanên sûriyeyî re anîn.
Di merasîma vebûnê de zarokên sûriyeyî Qur'ana pîroz xwendin û pişt re şanoya ku qala dilsojiya li welatê wan dike lîstin.
Walî Cengîz ji ber xebatên wan plaket da Serokê Komeleya Rehmeyê ya Navneteweyî Bûrahme, nûnerên El Bunyenê Yûsûf El kîndî û Jasîm El Foderî.
Komeleya Şefkatê ya Navnetweyî da zanîn ku di Navenda Perwerdeyê ya Sûriyeyiyan de 30 fêrgeh hene û dê 360 xwendekar di dibistanê de perwerdeyê bibînin.