23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Di merasima li Taxa Çîftçîbaşiyê li dibistana ku navê mamosteyê şehîd Necmettîn Yilmaz lê danîbûn da xwendekaran li ser texteyê polê "Me tu ji bîr nekirî Mamoste Necmettîn" nivîsîn, tevlî wêneya wî qerenfîl jî danîn ser maseya wî.
Midûrê Şaxa Perwerdehiya Neteweyî ya Sêwerekê Kurşat Harmankaya ji bo hemû mamosteyên şehîd dia kir.

Harmankaya bibîr xist ku mamoste Necmettîn Yilmaz dema ku diçû mala xwe ji hêla mensûbên PKKya rêxistina terorê va hat şehîdkirin û wiha pê da çû: "Em li emanetên wî xwedî derdikevin. Em Necmettîn Yilmaz û yên wek wî ji xwe bîr nakin û emê nekin jî. Mamosteyên li vê derê nû hatine wezîfedarkirin jî heya ji destê wan tê li emanetên wî xwedî derdikevin."

Mamoste Ozge Yaşar a piştî şehîdketina Yilmaz li pola wî hat wezîfedarkirin got ku ew ji ber xwendekarên li ber destê wî xwendine dide xwendin gelek serbilind e.
Di axaftina xwe da Yaşarê got ku daxwaza wê ewe ku ew ji bo xwendekarên li ber destê Necmettîn Yilmaz xwendine bibe bikaribe bibe hêvî û wiha pê da çû: "Di serî da roja mamoste Necmettînê ku xwendekarên wî hê jî qalê dikin û hemû mamosteyên me yên şehîd pîroz dikim. Zarok ji xwe bîr nakin û her tim qala wî dikin. Dibêjin kesekî gelek baş bû."