19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
PKKya rêxistina terorê ya ku ji 30 salî zêdetir e li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê çalakiyên xwe didomîne û li çolterê bi ser neket di operasyonên berfireh a ku hêzên ewlehiyê û Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê (TSK) ji hewa û bejayê dibin ser wan de zirareke mezin dîtin.
PKKya ku di nav rêxistinên terorê yên li çar aliyê dinyayê de bi çalakiyên xwe yên xwîndar ve di rêzên ewil de cih digire di salên 1980 û 1990î de girt ser gund û gomên li çolterê û di wan çalakiyan de pitîk jî di nav de gelek sivîl hatin kuştin û ji ber geflêxwarinên wê jî gelek kes ji cih û warê xwe bûn û koç kirin.
Di vê demê de terorîstên rêxistinê ji bilî êrîşên xwe yên li ser sivîlan êrîşî ser esker û polêsan jî kirin û bûn sedema mirinên ku telefiya wan a madî û menewî ne mimkun e.
- Mafê jiyîn û perwerdehiyê zeft kirin
Rêxistina terorê ya ku Pêvajoya Çareseriyê sabote kir, di şûna çekan berde û derbikeve derveyê sînor êrîşên xwe yên li çolteran bi ser bajaran de anî û dîsa sivîl ji xwe re kirin hedef.
YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKyê piştî daxuyaniya KCKê ya "bendav û wesayîtên ku di çêkirina bendavê de tên bikaranîn wê bibin hedef" di tîrmeha sala par dabû de çalakiyên li dijî aştî û aramiyê ne dan destpêkirin.
Li Sirûca navçeya Şanliûrfayê piştî ku du polês hatin şehitkirin terorîstan careke din dest avêtin çekan û vê carê jî di nav kuçe û kolanên gel tê diçe û tê de hendek kolan, barîkat danîn û teqemenî bi cih kirin.
Terorîstên ku welatiyan ji bo xwe wek mertal bi kar anîn ji bilî herêmê li Stenbol û Enqereyê jî bi êrîşkarên xwekujiyê û wesayîtên bombebarkirî ve êrîş li dar xistin û bûn sedema mirin û seqetmayîna gelek sivîlan ku zarok jî di nav wan de bûn.
Ji 7ê tîrmeha 2015an heta 17yê nîsana 2016an ku 286 roj dike de di êrîşên terorî de 240 jê esker, 157 jê polês û 9 jî jê gundparêz bi tevahî 406 wezifedarên ewlehiyê hatin şehîtkirin.
Terorîstên ku mafên jiyan, ger û azadiya îbadetê xesp kirin, milet ji malê wan, ji karê wan û ji mektebên wan kirin. Ji ber êrîşan welatiyên ku li herêmê xwediyê mal û milk bûn ji ber tirsa canê xwe malên xwe, navçe û cih û warên ku lê jiyana xwe didomandin terikandin û bûn kirêciyê ber destê xelqê. Esnafên berê ji xwe re bûn îşportevan û welatî li welatê xwe bûn wek penaber.
5 hezar û 629 terorîst hatin berterefkirin
Di êrîşan de Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî û zarok jî di nav de gelek sivîl jî hatin kuştin.
Hêzên ewlehiyê li dijî endamên PKKyê li hundir û derveyê welêt operasyonên hewayî û bejayî yên serfiraz li dar xistin.
Di operasyonên ku hêzên ewlehiyê û TSKê birin ser PKKya welatî jî piştgiriyê nadin wan de zirareke mezin gihîşt rêxistinê. Di operasyonan de ji bo ku welatî zirarê nebînin hêzên ewlehiyê hesas tevdigerin û ev yek jî planên PKKyê badilhewa kir.
Di operasyonên heta niha hatin kirin û gundparêz jî piştgiriyê didin de 3 hezar û 765 terorîst hatin kuştin, 604 terorîst birîndar hatin qefaltin, 664 sax hatin qefaltin û 596 terorîst jî teslîm bûn.
Ji 24ê tîrmehê heta niha operasyon ku li çar aliyê welêt dibin ser YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKyê de 11 hezar û 331 kes hatin binçavkirin û ji wan jî 3 hezar û 661 kes hatin girtin.
Di axaftinên ji ser bêtêlan de "qurfa belavbûnê"
Piştî operasyonên ku hêzên ewlehiyê lidarxistin de PKKya ku gelek zirar dît ji gel piştgirî hilneda û bêhêvîbûna zêde bû û ev yek jî dibe sedema belavbûnê. Rêxistin hin caran ji bo ku di qada lojîstikê de hêza xwe berhev bike peyamên aştiyê "Qaşo agirbest"ê dide welatiyan û biryarên xwe diweşîne. Ev halê qurifî yê PKKyê ji ser axaftinên ku di bêtêlan tên kirin de jî eşkere dibe.
Nîşaneyên ewil ên belavbûna rêxistina terorê ya ku bi saya operasyonên bi biryar ên hêzên ewlehiyê ve nikare li çolter û bajaran bi ser bikeve ji axaftina Cemîl Bayik ê serkêşê rêxistinê ya ser bêtêlê kir de diyar dibe.
Bayik di telîmata xwe ya dawîn a ku ji ser bêtêlê de dibêje: "Belavbûna di nav rêxistinê de ji ser axaftinên bêtêlê diyar nekin. Wisa nîşan bidin ku hûn wek egîdan li ber xwe didin û vê yekê bi saziyên medyayê yên nêzî me ne re jî parve bikin."
- "Heta ji we tê bêtêlan hindik bi kar bînin"
Bayik di telîmata xwe de ji mensûbên rêxistinê dixwaze ku bila li pey xwe birîndaran nehêlin û wiha dewam dike: "Li pey xwe birîndaran nehêlin lewra dibin wek bilbil. YPSyiyên ewle û xwedîtecrûbe bi xwe re bibin çolterê. Bi gelê îxanet kiriye re eleqedar nebin, cezayê kesên kesên ku we qefalt bidin û herêmê biterikînin. Bişewitînin, biteqînin û wisa ji avahiyan derbikevin. Dema ku we pê ra negihand jî ew serdabên we vekirine jî di nav de, dafikan li her derê daynin."
Heke operasyon bibiryarî dewam bike wisa tê texmînkirin ku ziyana PKKyê wê zêdetir bibe û endamên rêxistinê jî di şûna bên kuştin de wê bên û teslîmî dewletê bibin.