Önder Beyter
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
ANKARA
Bi destê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dîroka azmûna navendî ya Azmûna Qonaxa Lîseyê (LGS) wekî 1ê Hezîrana 2019an hat destnîşankirin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji rayedarên MEBê wergirt, dîroka azmûna navendî ya ku dê di dawiya sala xwendinê 2018-2019an da were kirin, diyar bû. Li gorî vê, azmûna navendî ya ku dê di çarçoveya LGSyê da were kirin dê di 1ê Hezîrana 2019an da were kirin.
Di azmûna ku dê wekî du rûniştin were kirin da hejmara pirsan û dabeşkirina dersan neguherî. Azmûn dê ji du beşan pêk were û dê di heman rojê da were kirin. Di azmûnê da 90 pirs dê were ber xwendekaran.
- Maweya testa fenê 20 deqîqe zêde bû
Wezaretê biryar da û 20 deqîqe li maweya azmûna beşa fenê ku 60 deqîqe ye, zêde kir. Li gorî vê, beşa yekemîn a azmûnê dê ji 50 pirsên beşa sosyalê pêk were û maweya wê jî dê 75 deqîqe be. Beşa duyemîn jî dê ji 40 pirsên beşa fenê pêk were û maweya wê jî 80 deqîqe ye.