Selma Kasap
05 Hezîran 2022•Rojanekirin: 06 Hezîran 2022
Wezareta Perwerdeya Neteweyî pirs û bersivên ezmûna navendî ya ku di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da hat kirin, weşandin.
Xwendekarên pola 8emîn ên ku ketin ezmûnê dikarin li ser navnîşana malpera "meb.gov.tr"yê li pirs û bersivan binihêrin.
Herdu rûniştinên ezmûna navendî ya ji bo xwendekarên pola 8emîn a di çarçoveya Pergala Destpêkirina Lîseyê (LGS) da ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) bi dawî bûn.
Ezmûn wekî du rûniştinan hat kirin û rûniştina ewil bi dema Tirkiyeyê di saet 09.30î da dest pê kir. Rûniştina ewil her wisa dê di saet 10.45an da bi dawî bû. Rûniştina duyem jî di saet 11.30î da dest pê kir û di 12.50yî da jî bi dawî bû.
Ezmûn li nava welêt di 973, li dervayî welêt jî li 7 navendên ezmûnê û her wiha li 17 hezar û 899 dibistan û 82 hezar û 551 salonî ji bo milyonek û 236 hezar û 313 xwendekarî hat kirin.
Di rûniştina ewil da ji Tirkî, Dîroka Şoreşê ya T.Cyê û Ataturkvanî, agahiyên çand û exlaqa dînî û zimanê biyanî 50 pirs hatin pirsîn û 75 deqîqe jî mawe hat dayîn.
Di rûniştina duyemîn da jî ji dersên matematîk û zanistên fenê 40 pirs hatin pirsîn û 80 deqîqe jî mawe hat dayîn.
Encam dê di 30ê Hezîranê da li ser malpera "www.meb.gov.tr" werin ragihandin.