Perwerdehî

Pirtûka "Nûçegihan" ya AAyê dan xwendekarên beşa rojnamegeriyê

Pirtûka AAyê ya bi navê "Nûçegihan" wek diyarî dan xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Çûkûrovayê

Abdullah Tel  | 26.04.2018 - Rojanekırın : 27.04.2018
Pirtûka "Nûçegihan" ya AAyê dan xwendekarên beşa rojnamegeriyê

Adana

ADANA

Pirtûka bi navê "Nûçegihan" ku Ajansa Anadoluyê (AA) amade kir wek diyarî li xwendekarên di beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Çûkûrovayê da dixwînin, hat belavkirin.

Pirtûka "Nûçegihan" a wek rêber ya ku AA ji rojnamegerên nû bigire heta nûçegihanên xwedîtecrûbe û hemû endamên çapemeniyê ra amade kiribû bala xwendekarên di beşa rojnamegeriyê da hêj pola yekemîn da ne jî kişand.

Dekana Fakulteyê Prof. Dr. Hatice Çubukçu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji ber pirtûka wek diyarî li xwendekaran hat belavkirin ji AAyê ra spas kir û wiha pê da çû: "Ajansa Anadoluyê saziyeke girîng e. Di pirtûkê da him li ser dîroka çapemeniyê û him jî bi hûrgilî li ser rê û rêgezên nivîsandina nûçeyan hatiye sekinandin. Ez wisa bawer dikim ku wê pirtûk gelek bi kêr bê."

Ji xwendekarên beşa rojnamegeriyê Sumeyra Alşali jî got ku naveroka pirtûkê têr û tije ye û ew ê jê îstifade bikin.

Dîsa ji xwendekaran Yavuz Bulent Tekcan destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê saziyeke girîng e û pirtûka amade kiriye jî ji bo xwendekarên beşê wek rêber e.

Asena Ulkuer û Çagri Çetîn jî ragihandin ku ev pirtûk rasterast xîtabî xwendekarên fakulteya ragihandinê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.