ELAZIG
Li Beldeya Uçocakê ya li ser Aricaka Elazigê komeke BDPyî çûn qaleqola ku nû tê çêkirin û hem bertek nîşan dan hem jî zirar dan malzemeyên devdorê.
Koma ku ji Diyarbekirê û Elazigê hatin li bal hev, ber bi qaleqola ku dê li devera Aşik Tepeyê ku ew jî 7 km dûrê beldeya Uçocakê çêbe, meşiyan. Kesên di komê de tangêra avê wergerandin û zirar jî dan stûnên hesin yên li wir.
Li vir li ser navê komê Seroka BDPê ya bajarê Diyarbekirê Zubeyde Zumrut axivî û îdia kir ku ev 6 meh e pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye û çêkirina qereqolên nû dê zirarê bidin rihê vê pêvajoyê.
Serokê BDPê yê bajarê Elazigê Turan Çelik jî got ku em di şûna qereqolan de dixwazin ku febrîqe, nexweşxane û rê bên çêkirin.
Piştî daxuyaniyan kesên kombûyî belav bûn.