İSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan beşdarî fitara Serokatiya Bajarê Stenbolê ya AK Partîyê ya li Navenda Kongreya Halîçê bû.
Erdogan di fitarê de der barê mijarên di rojevê de ne, axivî û qala Balafirgeha Şerafetîn Elçî ya ku li Şirnakê dê bê vekirin kir û paşê mizginiya balafirgeha Yuksekovaya Hakariyê da.
Erdogan bi bîr xist çima ku navê Şerafetîn Elçî dane balafirgeha Şirnakê hin rexne lê hatiye kirin û divê demokrasîxwaz bersiva wan rexneyan bidin. Erdogan wiha got: "Tu lê dinêrî serokê partiyeke sîyasî dibêje çawa hûn navê Şerafetîn Elçî didin balafirgehekê û filan û bêvan. Der barê Elçî de tiştên ku nayê gotin dibêje. De lê binêrin, niha divê kê bersiva vê sîyasetmedarî bide? Ez ê bidim an kesên ku demokrasiyê diparêzin dê bidin?"
Erdogan destnîşan kir ku Elçî li Tirkiyeyê wezîrtî û çend heyam jî wekîltî kiriye û ji bo vê jî navê Elçî li balafirgehê kirine. Erdogan got ku tu tiştekî nebaş nekirine û lê kesên ku li dijî wî derdikevin hin tiştan nikarin qebûl bikin û di pêşerojê de dê ew jî hin tiştan qebûl bikin. Erdogan diyar kir ku dê di nava çend mehan de balafirgeha Yuksekovaya Hakariyê jî vekin û paşê qala pêvajoya çareseriyê kir. Serokwezîr bal kişand li ser xebatên Lijneya Mirovên Aqilmend û wiha pê de çû: "Me projeyeke bi navê 'Mirovên Aqilmend' çêkir. Ezbeniyan ji vê yekê aciz bûn. Yanî 63 kes jî mirovên aqilmend in. Me negot ku 63 kes aqilmend in. Ev projeyeke sembolîk e. Em nikarin bibêjin ku 76 milyon aqilmend in.''
Erdogan gotin anî li ser bûyerên li Sûrîyê û Misirê û da zanîn ku em bi rengekî cuda ketin vê meha Remezanê, li aliyekî me bûyerên Misirê, li aliyekî me şerê Sûriyê, ev yek bi rastî me xemgîn dike. Carinan welatê me jî dikeve bin bandora geşadanên Sûriyeyê, bûyerên ku li wir diqewimin li welatê me jî dibin sedema mirinan. Em bi sebr in. Sebir dikin lê heta kengê, vê yekê jî nikarim niha li vir bi we re parve bikim.
Erdogan qala xebatên Zagona Bingehîn jî kir û da zanîn ku ji bo Qanûna Bingehîn soz dane gel û diwazin ku bila xebata komîsyona meclisê bidome. Erdogan diyar kir ku divê pergala serokatiyê jî li meclisê bê nîqaşkirin.
Serokwezîr Erdogan bûyerên Parka Gezîyê jî nirxand û got heya niha 2 milyar 800 milyon dar çikandine lê tu kes behsa wan xebatan nake. Erdogan got Tirkiyey di 10 salên dawî de zahf xurt bûyê ji ber vê jî hêzên emperyalîst ji Tirkiyê aciz dibin.