BURSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç: "Divê her kes ji niha va qebûl bike, bi îzn û qeweta Xwedê wê AK Partî bibe îqtidar. Ez ji yên ku dixwazin û hewl didin ku hin partiyên din bikevin parlementoyê, endezyariya siyasetê dikin û tevdîran hildidin ku hejmara parlementerên me bikeve, dibêjim, wê nikaribin îqtidara AK Partiyê asteng bikin."
Arinç di "Civîna Nirxandina Veberhênanên Bursayê yên 2011-2015an" da ku bi destê Serokatiya Bajêr a Bursayê ya AK Partiyê hat lidarxistin da pirsên rojnamevanan bersivand.
Arinç destnîşan kir ku HDP bendê derbas nake û got ku dibe ku di vê mijarê da yên cuda bifikirin hebin.
Arinç li ser pirsa "Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş dibêje êdî pirsgirêka benda hilbijartinê nemaye. Di fikrên we yên der barê HDPyê da guherîn hene, wê bendê derbas bikin, heger derbas bikin wê li Tirkiyeyê çi biguhere?" wiha got: "HDP, beriya wê BDP, DTP, beriya wan DEP, HADEP, DEHAP êdî di alfabeyê da herf neman. Hin partî hatibûn girtin, hin partî jî beriya bên girtin veguherîn. Di sala 1991an da SHPyê parlementerên HEPê anîn parlementoyê. Wê demê partiyên ku nediketin hilbijartinê ji partiyên din namzed nîşan didan. Piştî ku van partiyan hevkarî nekir, yên ku li ser navê kurdan siyaset dikirin û bi rêxistinê ra têkildar bûn serbixwe bûn namzed û hatin parlementoyê. Hejmara wan ji 10an daket 15-20an û niha jî komê ava dikin. Di vê hilbijartinê da biryar dan ku wek partî dikevin hilbijartinê. Peyra Ocalan jî destûr da û wek partî dikevin hilbijartinê. Bi ya min sedema vê biryarê CHP ye. Ev şîroveya min e û ez dizanim ku wê ji we ra balkêş were. Lewra di hilbijartina serokomariyê da Demirtaş ji sedî 9 ray sitend. Ji ber ku Ekmeleddîn Îhsanoglu wek namzed hat nîşandan Demirtaş jî wek namzedê HDPyê derket meydanê. Lewra Kiliçdaroglu kesekî ku ne li gorî hişmendiya CHPyê ye namzed nîşan da."
Arinç bal kişand ser potansiyela rayên HDPyê û wiha got: "Niha kêm zêde pûanekê di bin bendê da ne. Niha wisa xuya dike ku derbas nakin. Lê wisa texmîn dikin ku wê ji rojavayê ray bistînin û bendê derbas bikin. Ji bo vê jî li gor rojavayê û Anadoluya Navîn namzedan nîşan didin. Li herêmên ku wê qezenc bikin endamên rêxistina xwe nîşan didin, li ciyên din jî navên cuda cuda nîşan didin. Ji çerkez, boşnak û lazan namzed nîşan didin û dibêjin em her kesî temsil dikin."