DIYARBAKIR
Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got: "Parastina êzdî û tirkmenên li Şengalê tenê wezîfeya gelê ku li wê derê dijî nîne. Ev wezîfeya me ye jî. Şengal rûmeta mirovahiyê ye."
Demirtaş di mitinga ku li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê hat lidarxistin de axivî û got ku divê tirk, kurd, çerkez, ereb, suryanî, ermenî, elewî; kesên servekirî û sergirtî hemû bi hev re bi ziman û çanda xwe bikaribin bijîn. Divê gel di nav fikar û di bin zilma dewletê de nemîne û nejî.
"Dewlet dewleta me hemûyan e"
Demirtaş bal kişan li ser yekîtiyê û wiha dewam kir: "Êdî dê ne elewî bibin dijminê suniyan ne sunî bibin yên elewiyan; dê ne kurd ji nasnameya tirkan ne jî tirk ji nasnameya kurdan bitirsin. Hemû bawerî û çand li gel hev, bê tirs û xof bijîn. Gelo hûn bawer dikin ku dewlet dewleta tirkan e? Naxêr, dewlet dewleta şexsekî ye. Dewlet dewleta Recep Tayyîp Erdogan e."
Demirtaş got ku di civakê de herî zêde jin janê dikşînin û wiha dewam kir:
"Dayika gêrîlla, dayika leşker, dayika polês kîjan dibe bila bibe êşa di dilê hemûyan de yek e. Îro herî zêde dayik aştiyê heq dikin û divê ji bo wan aştî pêk bê. Me soza aştiyê da dayikan û înşaellah em dê bi cih bînin."