ANTALYA
Hevserokê Gişkî yê HDPê Selahattîn Demirtaş der barê banga çekdanînê ya ji bo PKKyê da wiha got: "Hêvî dikim ku ew ê ji bo gelên Tirkiyeyê bi xêr be. Ji bo ku ev pêvajoya veguhere aştiyê temeniya min ew ê ku 'her kesê berpirsiyariya xwe bîne cî."
Demirtaş daxuyanî da rojnamevanan û daxuyaniya ku Akdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Cîgirserokên koma HDPê Perwîn Buldan, Îdrîs Baluken û Parlementerê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder piştî civîna li Ofêsa Serokwezîriyê ya Dolmabaxçeyê dan nirxand û got ku ji bo mizakereyên zelal bangeke girîng hat kirin.
Demirtaş diyar kir ku bi demoratîkbûnê va li Tirkiyeyê yê azadiyên zêde bin û em ê ber bi aştiyeke mayînde ve herin û wiha pê da çû:
"Aliyan teahûd dan hevdu. Wek HDPyê çi ket ser milên me, me kir. Ji vê astê şûnda divê hikûmet bi vê teahûda xwe va li ser xalên demokratîkbûnê bimeşe. Divê PKK jî Ocalan jî amadehiyên xwe yên çekdanînê bikin. Divê bi hev ra pêvajo bê pêşxistin. Hêvî dikim ku ew ê ji bo gelên Tirkiyeyê bi xêr be. Ji bo ku ev pêvajoya veguhere aştiyê temeniya min ew ê ku 'her kesê berpirsiyariya xwe bîne cî."
- Pêşnûmaya Qanûna Ewlekariya Navxweyî
Demirtaş destnîşan kir ku divê hikûmet têkiliya di navbera demokrasî, azadî û pêşnûmaya Qanûna Ewlekariya Navxweyî ji bîr neke û careke din li pêşnûmayê binihêre.
Demirtaş wiha got: "Hikûmet heke ji aliyekî va di vê pêşnûmayê da israr bike û ji aliyê din ra jî bêje 'Ez di mijara demokrasiyê da gavan diavêjim' evê bibe nakokî. Qanûna Ewlekariyê qanûneke ku aştiyê bîne nîne. Ev aliyek e. Ji aliyê din ra jî em dest bi mizakereyan bikin, rûnên û li ser xalalên bingehîn bi awayekî eşkere nîqaşan bikin û piştgiriyê bidin pêvajoyê."
- "Em bi hev ra aştiyê dixwazin"
Rojnamevanekî bi bîr xist ku Yalçin Akdiganê Alîkarê Serokwezîr got "Em zehf nêzîkî aştiyê ne" li ser vê yekê Demirtaş wiha got:
"Înşallah. Em hewl nadin ku ji aştiyê dûr kevin. Em bi hev ra aştiyê dixwazin. Ev girêdayî xebatên hikûmetê ye. Hikûmet bi xebatên xwe va di mijara aştiyê da zereyî mîsqal hêviyê nade. Bi gavên xwe va zereyî mîsal nêzîkî aştiyê nabe. Bi pakêta ewlekariyê, pêkanînên li kûçeyan va meriv nêzîkî aştiyê nabe. Em ê bi van va li guherîn û gavên hikûmetê binihêrin paşê bêjin 'Em çiqas nêzîkî aştiyê ne'."