Ekip
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag li ser plana Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî paytextê Îsraîlê got: "Ez bangî herkesî dikim ku bi berpirsiyarî tevbigerin, li ser peymanên ku îmze kirine bimînin, bi aqlêselîm tevbigerin, çi ji ber polîtîkaya navxweyî çi jî ber ji ber sedemên din aştiya dinyayê xirab nekin, bi daxwaza nefsa xwe tevnegerin û herwiha ez bangî misilman û welatên îslamê dikim ku xwedî li îzeta xwe derkevin."
Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê der berê nîqaşên Qudsê de daxuyanî da.
Der barê mijarê de Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag wiha nirxandin kir:
"Wekî paytext îlankirina Qudsê, pêvajoya aştiyê ya bi zor û zehmet dihat birêvebirin wê ji holê rake, wê li herêmê bibe sedema krîz, kaos û tevliheviyê, ev yek deriyê xirabiyên ku em nikarin pê derxin vedike. Bi kurtasî wekî paytext îlankirina Qudsê ji bo me hemûyan bibe bobelat."
Plana Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê wiha nirxand:
"Ez bangî herkesî dikim ku bi berpirsiyarî tevbigerin, li ser peymanên ku îmze kirine bimînin, bi aqlêselîm tevbigerin, çi ji ber polîtîkaya navxweyî çi jî ber ji ber sedemên din aştiya dinyayê xirab nekin, bi daxwaza nefsa xwe tevnegerin û herwiha ez bangî misilman û welatên îslamê dikim ku xwedî li îzeta xwe derkevin."