Hemn Baban
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Gotebêjê Wezareta Veguhestin û Gihandina Herêma Kurdistanê Umîd Mihemed Salih diyar kir ku hê ne diyar e dê balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê kengê vebin û şirketên ku li van deran kar dikin gelekî zirar dîtine lê belê "Iraq 30 milyon dolar deyndar e."
Umîd Mihemed Salih der barê rewşa balafirgehan, şirketên di vî warî de kar dikin û têkiliyên digel Bexdayê daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Gotebêjê Wezareta Veguhastin û Gihandina Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di mijara vekirina balafirgehan de pêşveçûnek tuneye û çavnêriya destpêkirina guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê dikin.
Li ser mijarê Umîd Mihemed Salih wiha agahî da:
"Me li ser vê mijarê nivîsarek bo Wezîrê Veguhestinê yê Iraqa Federal re şandiye. Mijar di Lijneya Wezîran de jî hatiye rojevê û digel Serokwezîr Heyder El Îbadî hatiye xeberdan. Wezîrê Veguhestinê ji me re got biryar ji aliyê Serokwezîriyê derketiye ne ji aliyê wan. Loma desthilat a Serokwezîr bi xwe ye. Loma em li bendê ne ku guftûgo dest pê bikin."
Der barê geşt û seferan de jî Umîd Mihemed Salih diyar kir ku tenê ji aliyê Hewapeymaya Tirkiyê heftane 100 sefer dihatin kirin û ya Melikiyeta Urdinê jî 30 bû. Herwiha ji aliyê şirketên Qeter, Îmarat, Almanya û welatên din jî gelek sefer dihatin kirin.
Li ser mijara zirar û ziyanê jî got şirketên hewapeymayê gelek xisar dîtine û li bendê ne ku ev di demeke nêzîk de bidawî bibe.