HELEB
Hemleyên Rûsyayê yên asîmanî yên li Sûriyeyê herçiqas ku bi îdiaya "têkoşîna dijî terorîzmê" va tên lidarxistin, lê ji unsûrên DAEŞê zehftir li dijî muxalifên mutedil û şêniyên sivîl pêk hatin. Êrîşên rûsan ên li dijî herêmên di kontrola DAEŞê de kêm in.
Wezareta Parastina Ûris duhê daxuyandibû ku wan ji 30ê îlonê vir ve li Sûriyeyê bi tevahî hezar û 631 hemleyên asîmanî pêk anîn û li 2 hezar û 84 hedefan dan. Hatibû îdiakirin ku di operasyonan de 53 kampên perwerdeyê, 40 îmalatxaneyên teqemeniyan û 155 depoyên çekan ên rêxistina terorê DAEŞ û Eniya Nûsrayê ya ku têkildarê El Qaîdeyê ye rûxandin.
Lêbelê bereksê daxuyaniyan, hemleyên asîmanî ên ûris ji roja ewil vir ve li bakurê Îdlib, Hema, Hûms û Helebê li ser deverên di kontrola muxalifan de hûr bûn. Ji 14ê cotmehê şûnde başûrê Helebê jî bû hedefa hemleyên asîmanî ên firokeyên ûris.
Digel hemleyên ûris, hêzên Esed jî ji bejayê li dijî bakurê Hema, Hûmsê û başûrê Helebê operasyon li dar xistin. Ji ber hindê ji herêmên di kontrola muxalifan ber bi sînorê Tirkiyeyê pêleke nû ya koçê dest pê kir û di demeke kin de zêdetirî sed hezar kesî koç kir.
Bi taybetî jî ev 20 roj in ku li başûrê Helebê drameke mirovî diqewime. Bi hezaran kes mal û kargehên xwe diterikînin û ber bi bakurê bajarê Îdliba di kontrola muxalifan da a li bakurê Sûriyeyê koç dikin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric di daxuyaniya xwe ya duhê de wiha destnîşan kiribû, "Di navbera 5-30ê cotmehê de li Heleb, Hema û Îdlibê 123 hezar û 842 kesî ji neçariyê malên xwe terikandin. Lê piraniya van kesan hê jî li bajarên navborî ne û hinek ji van jî berê xwe dan kampên li nêzîkê sînorê Tirkiyeyê."
Daxuyaniya Neteweyên yekbûyî destnîşan dike ku ji 5ê cotmehê şûnde li Sûriyeyê pêleke nû ya koçê dest pê kir, ev dîrok jî teqabulê êrîşên Rûsyayê dike.
- Ne li DAEŞê li sivîlan dide
Ebû Raşîdê ku ji ber êrîşên li başûrê Helebê reviya, daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku firokeyên şer ên artêşa ûris ji asîman û yekîneyên topavêj ên rejimê jî ji bejayê êrîş birin ser bajarokê Til Hemîrê yê li başûrê Helebê.
Raşîd îfade kir ku ji neçariyê ew tevî zarokên xwe ji Til Hemîrên revîn û wiha xeberda, "Em hatin herêmên ewledar. Lê malên ku em lê dimînin bê pace û derî ne. Malên me yên ku me terikandin, di hemleyên asîmanî de serûbinî bûn û rûxîn. Herêma ku em lê dimînin li ber 3 moşekan li ber xwe nadin, lê firokeyên ûris û yên rejimê bi 30 moşekan êrîşî herêmê kirin. Firokeyên ûris bi hinceta DAEŞê êrîşî herêmê kirin, lêbelê li herêmê DAEŞ tuneye. Bi tenê sivîl hene."
Koçber Qasim Merwan jî destnîşan kir ku firokeyên ûris bêtir sivîlan dikin hedefa xwe û 30 an jî 40 gund ji ber hemleyên firokeyên ûris hatin valakirin.
- Ên di hedefê de herêmên muxalifan in
Firokeyên ûris ji 30ê îlonê vir ve li Îdlibê li Cisr eş-Şuxur, Cebel El-Zawiye, Tel El-Sayyad, El-Habît, Tamanah, Girê Nebî Eyûb û Han Şêxûn ên di destê Artêşa Fetihê ya muxalif dan.
Dîsa li rojavayê bakurê Hemayê bajarokê Kefer Nabûde, Kefer Zeyta û Latemme, li bakurê Hûmsê jî navçeya Tilbîse û Rastanê û bajarokên Mukramiye û Zeferaniyeyê bûn hedefên êrîşên ûris.
Di 3 hefteyên dawîn de jî êrîşên ûris li başûrê Helebê li ser herêma Muşrefiye, Xan Tûman, Karasî, Wazihî, Xalidiye, Zîtan, Zerbe, El-Hader, Kefer Abîdê zêde dibin.
Li Şamê jî di dawiya cotmehê de firokeyên ûris êrîşî navçeyên Madaya, Kalamûn û Dûmayê kirin.
- ASA jî di hedefê de ye
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a ku di van demên dawiyê de rejima Esed ji Îdlibê ber bi Hema-Hûmsê dorpêç kir jî di hedefa firokeyên Rûsyayê da ye.
Li Îdlibê, baregehên Sukur el Cebel û Eniya Şamê tûşî êrîşê hatin.
Li bakurê Hemayê jî yekîneyên "Tecemû Îzzeyê" yên girêdayî ASAyê bûn hedefa firokeyên ûris.
Li Helebê dîsa li deverên mîna Kefer Nuran, Anadan, Han Al Assal û Mansurayê firokeyên rûsan li depoyên hevpar ên grûba Nûreddîn Zengî û Sukur el Cebelê dabûn.
- Hêviya rejimê nehat cî
Êrîşên asîmanî yên ûris û êrîşên bejayê yên hêzên Esed, muxalif neçar kirin ku bikevin pozîsyona parastinê, lê bi rêxistina terorê DAEŞê paş de gav neda avêtin. Digel vê muxalif li dijî rejîmê destkeftiyên xwe diparêzin.
Vê gavê rejim li deşt û beyarên Hemayê hê jî gundê Foro, Sermaniye û Behsayê û bajarokê Atşanê di destê xwe de digire. Li bajarokê Sekîk, Kefer Nabûde Til Osmanê û gundê Leheye, Mansura, Maarkebe û Cenabreyê kontrola muxalifan didome.
Wekî encam, rejimê bi xêra operasyona bejayê ya ku hemleya asîmanî ya ûris jî li piştê bû va li bakurê Hemayê bi tenê li 3 gund û bajarokekê, li başûrê Helebê jî li 3 bajarokan pêşda çûn.