Ferizat Kaya
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê bi Serokwezîra Îngilistanê Theresa Mayê re hevdîtin kir.
Li gorî agahiyên çavkaniyên serokatiyê, di hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokwezîr Mayê de, digel têkiliyên dualî, pirsgirêkên herêmî jî hatin nirxandin.
Serokomar Erdogan û Serokwezîr Mayê di hevdîtinê da li ser girîngiya têkiliyên dualî sekinîn û mijarên Sûriye, Qibrîs û Yekîtiya Ewropayê nirxandin.