Nihat Kavşut
22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag: "Ajansa Anadoluyê tu encamekê manîpule nake."
Bozdag li Saraykenta navçeya Yozgatê daxuyanî da rojnamevanan.
Bekir Bozdag ji bona îdiayên ku wê midaxeleyî encamên hilbijartinê bikin wiha got: "Ji bona ku encamên serneketina xwe ya di hilbijartinê da veşêrin li hincetan digerin."
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag diyar kir ku Ajansa Anadoluyê tu encamekê manîpule nake.
Bozdag destnîşan kir ku buxtanan li Ajansa Anadoluyê dikin û got ku wê li ber dadgehê hesabê buxtanên xwe bidin Ajansa Anadoluyê.
Alîkarê Serokwezîr Bozdag der barê îdiayên dijî Ajansa Anadoluyê da xeberdana xwe wiha domand: "Ajansa Anadoluyê di tu nûçeyeke xwe da di hilbijartin û xeynî hilbijartinê da Tirkiye û xelkê wê nexapandiye. Bi duristî karê xwe kiriye."
Bozdag diyar kir ku welatî wê her tiştî li bêjingê bixin û got ku di dawiyê da jî wê Înce di bin bêjingê da bimîne û Recep Tayyîp Erdogan hilbijêrin.
Alîkarê Serokwezîr Bozdag destnîşan kir ku heger balyozên 50 dewletên mezin serokomarê Tirkiyeyê hilbijartina wê Muharrem Înce wekî serokomar bihata hilbijartin.