22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Divê em êdî vê hezekê bi temamî ziwa bikin. Ji bo hizûra Tirkiyeyê divê em bi ser bikevin."
Çavuşoglu li TRT Haberê der barê rojevê da axivî.
Mevlut Çavuşoglu ji bona operasyonên ku li Qendîlê tên meşandin da wiha got: "Divê em êdî vê hezekê bi temamî ziwa bikin. Ji bo hizûra Tirkiyeyê divê em bi ser bikevin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir ku PKK/PJAK niha êrîşî Îranê nakin û wiha got: "Lê ev nayê wê meneyê ku sibê êrîşî Îranê nekin. Haya Îranê jî ji vê heye."