ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Akdogan der barê êrîşa li ser Navenda Giştî ya HDPyê wiha got: "Ez şermezar dikim. Çek tê meneya 'provakasyon'ê. Di dema hilbijartinê da destên qirêj dikevin navberê. Dixwazin provakasyonê bikin û ragêşiyê derxin. Teror ji kê were û li dijî kê were kirin, ferq nake. Em li çavkaniyê nanihêrin û şermezar dikin."