ANKARA
Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku der barê alîkariyên Tirkiyeyê yên li Somaliyê de, bi zanetî hin nûçe di çapemeniyê de cih digrin ku bila bibin sedema şîroveyên xelet û bi van nûçeyan hewl didin ku qedr, qîmet û rûmeta saziyên tirkan nemîne. Ev tiştekî nebaş e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku der barê alîkariyên Tirkiyeyê yên li Somaliyê de, di rojên dawîn de bi zanetî hin nûçe derdikevin ku bila bibin sedemên şîroveyên xelet. Ji ber vê jî lazime ku divê hin agahî bi rayagişti re bê parvekirin.
Wezaretê agahî da ku di sala 2013an mehên çiriya pêşîn û hezîranê de ji bo ku alîkarî Somaliyê bê kirin, pere ji destan bi rêya kuryeyê ve hat şandin. Sedema vê jî ev e ku li Somaliyê banqe tunene.