Erdogon li ser mijarên rojevê sekinî û tirên li Edenêyê yên ku pêşî lê hatin girtin anî rojevê. Weke ku tê zanîn çend tir li Edenêyê dabûn sekinandin û wêneyên wan tiran di hin rojnameyan de hatibû weşandin.
Serokwezîr Erdogan li ser van wêneyan wiha axivî: "Duh di rojnameyekê de dîmenên êrîşa ku birin li ser tirên MÎTê hatin weşandin. We jî dît ne wisa, ev operasyona dewleta paralel e. Em baş serwextbûn ne wisa? Dibe ku hin kes werin ber deriyê we jî. Hin abla dibe ku bên ber derê we. (ji bo daxwaza raynedayîna AK Partiyê) Ji wan re bibêjin ku 'em ji halê xwe memnûn in, em bûyerên ku li welatê me diqewimin dibînin.' Dozgerê dewleta parelel e ku operosyonan dike û berê çekan dide ser rayedarên MÎTê. Wan davêje erdê, li wan dide. Ev bi telîmata kî dibin hûn dizanin?"
Erdogan got: "Rêxistina Îstîxbarata welatê min dê alîkariya însanî bide Tirkmenên kolan û kuçeyên Sûriyeyê. Hin kesê jî dê bên bi darê zorê nehêlin ku ev alîkarî biçe. Hey dozgerê dewleta parelel, tu bêyî destûra min nikarî mudaxaleyî MÎTê bikî. Zagon wiha emir dike. Gel vê efû nake û qet ji bîr nake. Em ê hesabê vê îxanetê ji hemuyan bipirsin."