30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş diyar kir ku teror sûcekî mirovahiyê ye û got ku "Baş û xiraba rêxistinên terorê tune. Rêxistinekî terorê yê ku kêrî welatekî tê tune. Rêxistinên terorê wekî bumerangê rojekî vedigerin welat û aliyên ku bi awayekî piştgirî didinê û li wan jî dixe."
Kurtulmuş beşdarî "Hevdîtina SCSyan a Maltepeyê" ya ku Serokatiya Navçeya Maltepeyê li dar xist bû û got ku herêma ku Tirkiye jî di nav de ye bi rêxistinên terorê re, bi pevçûnên navxweyî û dagirkirinan re ji ezmûnekî cidî derbas dibe.
Kurtulmuş qal kir ku dewletên ji Ukraynayê heta Yêmenê piraniya dewletan di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi rê ve bibin û diyar kir ku rêxistinên terorê yên ku bi dagirkirinan, pevçûnên navxweyî ji aliyekî ve bûye bihûşta rêxistinên terorê bi fealiyetên xwe jiyan mirovan re dixe tengasiyê.
- "Teror tenê yek ji wan amûrên fitneyê ye ku bi kar tînin"
Arîkarê Serokwezîr Kurtulmuş destnîşan kir ji bo ku vê nîzamê xira bikin, ahenga di navberê de ji holê rakin bi hincetên cur bi cur, bi lîstikan, bi dafikan hewl didin ku fitneyê bixin nav gel û wiha axivî:
"Teror tenê yek ji wan amûrên fitneyê ye ku bi kar tînin. Tu rêxistinên terorê rêxistinên terorê yên ku hêza wan ji wan menqul nîne. Heke ew kesên ku piştgirî didin van rêxistinan hefteyekî piştgirî nedinê ne mimkûn e ku tu rêxistinên terorê li ber xwe bidin. Lê dinêrin ev mirov çekan ji ku peyda dikin? Di destê mirovan de çekên filan welatê derdikevin. Bila li qûsûrê nenêrin, ev çek li sûk û bazarê nayên firotin. Ev çek bi awayekî tên destên rêxistinên terorê. Yek ji balafirgehên ku herî zêde tên parastin ên dinyayê, li Brukselê rêxistinek bombe diteqîne. Wateyekî vê yekê heye. Nexwe li pişt vê rêxistinê piştgiriya rêxistinên îstixbaratê yên gelekî hêzdar hene. Nexwe piştgiriya rêxistinên terorê hene ku îstixbarata welatê berdest şaş dike wan heta wir anî û teqand."
Kurtulmuş qal kir ku li pişt van rêxistinan piştgiriya siyasî jî heye û wiha axivî: "Dema em vê dibêjin hin kes hêrs dibin. Lê 50 metro wêdetirê avahiya ku Birêz Serokwezîrê me lê civîn dikir, ji bo Xwedê kona PKKyê çawa tê vekirin? Heke piştgiriya siyasî tunebe hûnê çawa îzah bikin ka ew kon çawa hat vekirin?"
Kurtulmuş diyar kir dema ku Tirkiye ev qas şehîd dan, dijî terorê têkoşîn dide, hin welatên tê gotin ku dost in rêxistinên terorê yên ku dijî Tirkiyeyê di nav helwesteke dijminane de ne wekî rêxistina terorê qebûl nakin û wiha axivî: "Teror sûcekî mirovahiyê ye. Baş û xirabên rêxistinên terorê tune. Rêxistinên terorê yên ku kêrî welatekî tên tune. Rêxistinên terorê wekî bumerangê rojekî vedigerin welat û aliyên ku bi awayekî piştgirî didinê û li wan jî dixe."