ISPARTA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çerçoveya mitîngên hilbijartinê de li Qada Cumhuriyeta Ispartayê bangî gel kir. Erdogan di axaftina xwe de navçeyên Ispartayê jimart û hemû welatiyên ku li wir dijîn re silavên xwe şand.
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê ji hêla demakrasiyê ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha pê de çû:
"Hûn dê di hilbijartinên 30ê adarê de bi tenê serokên şaredariyan hilnebijêrin. Ev hilbijartin xwedî taybetiyeke din e. Hûn dê bi tenê endamên meclisê hilnebijêrin, bi tenê mixtaran hilnebijêrin. Hûn dê 30ê mehê de herin li ser sandoqan û di navbera Tirkiyeya kevn û ya nû de hûn ê tercîhekê bikin."
Erdogan Diyar kir ku MHP û CHP wek hevdu ne û wiha got: "Serokên giştî yên MHP û CHPê dema dîtin ku AK Partiyê di sandoqê de nikarin têk bibin, dest dan hev bi buxtan, kasetên montajan û tawanbarkirinan dikin û hew zanîn ku dê wiha têk bibin."
Serokwezîr Erdogan Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û diyar kir ku wî di hilbijartinên berê de nikaribûye deng jî bide. Erdogan wiha got: Hûn 3 an 5 pezan bidin destên wan ew dê wan jî winda kin û wisa vegerin. Ew bi kasêtan ve bû serokê giştiyê partiyê. Yên ku kasetan ve hatin, dê bi kasêtan ve, yên ku bi saya gel hatin jî bi daxwaza gel dê herin."
Erdogan Serokê Giştiyê MHPê Devlet Bahçelî jî rexne kir û wiha axivî:
"Ew nizane nijadperest e, netewperest e, ergenekonperest e. Wî hîn biryar nedaye ku ew kî ye. Gotineke ispartayîyan heye, çî ye ew gotin? 'Rêya ku tu nizanî nekevê tu yê erdê bikevî. Xwarina ku tu nizanî nexwe, tu yê wek defan biwerimî. Wiha metel mayî rûyê xwe miruz meke, rêya ku rast heye nehêle pêlî heriyê neke.' Van herduyan rêya rast hîştin, şûna sandoqê dan li dû rêyên din û heta qirikê di heriyê de çûn û asê bûn."
-"Bedîuzzeman Seîd Nûrsî zilma CHPê li vir kişand"
Serokwezîr Erdogan bal kişand ku ji ber ku Bedîuzzeman Seîd Nûrsî bi salên dirêj li vî bajarî wek nefî jiyaye ev bajêr bajarekî girîng e. Erdogan got ku Seîdê Nûrsî berhemên xwe yên pir girîng li Barlayê nivîsand û zilma CHPê li vê derê kişand.
Erdogan pesna Bedîuzzeman da û wiha pê de çû:
"Divê ev vê baş bizanibin. Ez dê tiştekî pir girîng li vir, li Ispartayê ji we re bibêjim. Şagirtên Bedîuzzeman Seîd Nûrsî ji wî dipirsin ku ew çima piştgiriyê dide Partiya Demokrat, Adnan Menderes. Bersiva wî pir watedar e: 'Heke Partiya Demokrat here, an Partiya Gel an jî Partiya Millet dê were şûna wî . Bi vî awayî di jiyana me ya civakî de û welatê me de dê talukeyek çêbibe. Ji ber vê divê ev partî ango CHP sernekeve. Li ser navê Qur'anê, welat û Îslamê hewl didim ku biparêzim.' Ispartayî we ev hevok bihîstin ne wisa? Seîdê Nursî, zilma CHPê bi awayekî giran kişand. Wî ji nefîyê şandin nefiyê, ji girtîgehan şandin girtîgehê, xwestin ku wî jahrî bikin, xwestin ku wî bikujin. Lê wî tu carî bejna xwe netewand. Li hember CHPê wî tu carî bejna xwe netewand û hevkariya wan nekir. Tu carî nefikirî ku ji welatê xwe bireve û xwe bispêre welatên din, ji welatên din vê derê tevlihev bike. Heke bixwesta, dikaribû ji Barlayê bireve, lê nereviya. Dijî vê, dema ku bibû dîlê Rûsyayê ji Sibîryayê revî hate welatê xwe, hate axa xwe. Her çiqas di dawiyê de girtîgeh hebe jî got 'welatê min' û wiha got: 'Ji bo zaliman bijî dojeh.'
Erdogan tevgera Bedîuzzeman û Fethullah Gulen da ber hev, qiyas kir û wiha got:
"Kesê Pensîlvanyayê (Fethulah Gulen) tu carî navê Bedîuzzeman hilnade devê xwe. Qaşo li ser rêya Bedîuzzeman dimeşe, derew e. Kesê ku bikeve milê CHPê, bi hev re tevbigere, bi hev re siyaseta kasêtan bike, çawa dikare li ser rêya Seîdê Nursî bimeşe. Vî kesî di Derbeya 12ê Îlonê de ji derbekeran re nameyên şirîn nivîsandine"
Erdogan diyar kir ku kesê (Fethulah Gulen) ku li Pansilvanyayê dijî, piştgirî da derbeya 28ê sibatê jî û wiha got:
"Maşallah wêneyên wî yên bi Papa re yên ku milên wan di milê hev de ye henin. Em siyasetmedar in, em dikarin bi herkesî re tevbigerin, lê tu ne siyasetmedarî, melayî. Tu çi û çawa dikî ez fêm nakim. Di 28ê Sibatê de te xelata xweşbîniyê da derbekeran, 17ê çileya pêşîn bi CHPê ve te hewl da ku hûn derbeyê bikin. Yekî wiha çawa dikare li ser şopa Bedîûzzeman be?"
"Em dê wan ji şikeftên wan derxin û li pêş gel wan rezîl bikin."
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku telefonên Navenda Giştî ya CHPê, Parlamenterên CHPê, serokên CHPê jî bi awayekî bê qanûn hatine guhdarkirin û wiha got: "Ev vê jî dizanin. Baş e Serokê Giştî yê CHPê tiştek got? Negot, nikare bibêje jî. Çima? Patronê Pensîlvanyayê destûrê nade."
Erdogan wiha got: "Bi heman awayî parlamenterên MHPê jî hatine guhdarkirin. Serokê giştî dibêje em jî guhdarkirine ji îlona 2011an vir ve 450 MHPyî hatine guhdarkirin."
Erdogan diyar kir ku li hember van guhdarkirinan dengê her du partiyan jî dernakeve, lewra şantajê dikin, wan didin tirsandin, lê ew dê hember van tiştan bêdeng nemînin û wiha got: "Em ê herin li ser çeteya telekulakê û em dê wan ji şikeftên wan derxin û li pêş gel wan rezîl bikin."
Hevsera Erdogan Emîne Erdogan, Wezîrê Ticaret û Gumrikê Hayatî Yazici, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Ragihandin û Behrewaniyê Lutfî Elvan, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu û parlementerên bajarên der û dor jî beşdarî merasimê bûn.