ANKARA
Di daxuyaniya ji Navenda Giştî ya BDPê hat kirin de êrîşa buroya Partiyê ya Kiziltepeya (Qoserê) Mêrdînê hat şermezarkirin û wiha hat gotin:
"Hêzên tarî yên ku dizanin dê partiya me di hilbijartinan de bi ser bikeve vê êrîş kirin. Daxwaza wan hêzan ev e ku bi van êrîş û provakasyonan xebatên me yên hilbijartinê sabote bikin û gel bitirsînin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Giştî ya BDPê da hat diyar kirin ku duh bi şev di saet 01.30an de êrîşî navenda buroya hilbijatinê ya patiyê ya li Qada Azdiyê ye hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hin kesên ku hêj nasnameyên wan nediyar in, bi bombeyên destan erîşî buroya hilbijartinê kirin û xisar gihişt buroyê.