Du kesên tê îdiakirin ku bersûcên kuştina Yunus Kocayê Serokê Şaxa Ciwaniyê yê Diyarbekirê yê AK Partiyê yê Berê ye ne bi çeka ku di bûyerê de hatiye bikaranîn re hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di çarçoveya lêpirsîna ku der barê êrîşa li ser Koca de tê kirin de hêzên ewlehiyê ji delîlên ku hatin berhevkirin û îfadeyên şahidan derketin rê û tespît kirin ku du bersûcên hat diyarkirin ku bûyer kirine li derveyî Diyarbekirê ne.
Hêzên ewlehiyê her du bersûcên ku emrê wan 46 e, bi demançeya 7.65 milîmetreyî ya ku di lêkolîna krîmînal de hat tespîtkirin ku di bûyerê de hatiye bikaranîn ve girtin.
Lêkolîn tê kirin ka tu têkiliya bersûcan bi rêxistinê re heye an na.
Duh dema ku Yunus Kocayê Serokê Şaxa Ciwaniyê yê Diyarbekirê yê AK Partiyê yê Berê diçû dermanxaneya xwe êrîşa çekdarî biribûn serê. Koca di bûyerê de bi xedarî birîndar bibû û li nexweşxaneya ku rakiribûnê miribû.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser telefonê bi Abdulkadîr Kocayê bavê Yunus Koca re axivîbû û sersaxî dabûyê. Davutoglu telîmat dabû peywirdaran ku rastiya êrîşa ku bû sedema mirina Koca demildest derxînin holê.