Hîndekarê Beşa Pêwendiyên Navneteweyî ya Fakulteya Zanistên Îdarî û Îqtisadî ya Zanîngeha Gaziyê Alk. Doç. Dr. Mehmet Okur got ku mertaliya zindî sûcê şer a navneteweyî ye.
Okur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di rojên dawîn de li ser sînorê Tirkiye û Îranê mertalên zindî derdikevin holê û çalakiyan dikin, lê ev li gor Peymana Cenevreyê ya ku bingeha Statuya Romayê ava dike, sûcê navneteweyî ye.
Okur wiha axivî: "Li gor hiqûqa navneteweyî zarok nikarin şer bikin, çekên kîmyewî divê neyên bikaranîn û mertalên zindî jî divê çalakiyan nekin. Lewra ev hemû sûc in. Li Tirkiyeyê hin kes guh didin banga rêxistina terorê û diçin cihê ku pevçûn çêdibin, lê bila ev kes bizanibin ku ew sûc dikin. Rêxistina terorê bi çalakiyên wiha ve dixwaze propagandayê bike û bibêje ku Hêzên Çekdar ên Tirkan sivîlan dikujin. Bi vê propagandayê ve jî dixwazin him li hundirê welêt çalakiyên mezin çêbibin û him jî li raya giştî ya dinyayê de li ser Tirkiyeyê hêzek bê kirin. Hêzên ewlehiyê dema ku dibîhîzin sivîl çûne li cihên pevçûnan operasyonan didin sekinandin. Yanî PKK ji her aliyê ve ji vê mijarê dixwaze bi ser bikeve."
Okur got ku divê ji bo van çalakiyan cezayên hiqûqî bên dayîn.